Wa hatin Pêþmergên me,Þal û þapik bejna wan.Ewin ronya çavên me,Gulên sor bidin dest wan

Þivan Perwer, pir pirsên nu anîn nava civaka zimanê kurdî. Pirsên weke serhildan, berxwedan, þoreþker, berxwedar, pêþveçûn û pir pirsên din xiste nava civakê.Hunermend Þivan Perver  Bi Sitranên þoreþker, gelê kurd Rakire ser pîyan, kurdên Xodan xîret û þeref sitranên Þivan Perwer gûhdar bike, bixwaze, nexwaze wê tevî alozîya azadîya Kurdistanê bibe. Þivan wextê sitrana  Kîne em?` sitiranê, mînanî volkanên hez dikele, dikirkire, mirov wusa zane niha erdê bilerize, esmanê bê xwarê. Mînanî pêlên behren bi bahoz qiloz dibe erþan, çawa ku yê ezmûnê bihejîne. Lê carna sitiranên evînî wek`Xezal, Xezal` Gotinê, çawa ew pêlên behrê ji esmanan dadikeve jêr, rehet wek sitirana `Xezal,Xezal' rehetîyê dide ruhê mirovan û mirov hemû derdên xwe bîr dike, demekê wusa difikire wekî hozan ji buyera jîyana wî, derdê evînîya wî dibêje. Dengê Þivan wusa bi dilda dikele dertê, aqasî awazeke þirîn, nermik jê dipale û diherike wekî, tu kes ber wê awaza bi dil hatî nikare teyax bike. Mecbur guhdar dike û dibe heyrana dengê Þivan Perwer.