Hunermenda Kurd Newroza weha got, divê hunermendên muzîkê yên kurd ji nûjeniyê re vekirîbin û di nava lêgerinê de rîsk hildin ser xwe.Newroza got,ger lêgerînên nû nebin û form û þêwazên cihê dernekevin pêþ.di muzîka kurdî de xetimandinekî derkeve pêþ û domand, “Ger her kes heman muzîkê çêbike, em ê bixetimin. Ji xwe niha muzîka kurdî di qonaxeke wiha de ye.Hunermenda Kurd Newroza .Albûma xwe ya bi navê “Nu”, meha borî weþand. Hunermenda Kurd Newroza, derbarî albûma xwe de ku hemû beste yên wê ne.Di albûmê de çend stran hene.Bi giþtî 8 stran hene û besteyên hemû stranan ên min in, lê gotinên du stranan ên xwiþka min Bêrivanê ne. Di stranên min de klasîkî kêm e, hê zêdetir min çi hîskir ew nivîsand. A yekem di þêwaza flamenkoyê de ye. çîroka keçikeke 16 salî ya xwe îfadekirinê vedibêje. Min xwest hestên keçikeke kurd a 16 salî ya metropolê vebêjim. Helbet ez rîsk digrim ser xwe. Lê tiþtên ku min hîskirine rîskê vê digrim. Ev albûm min îfade dike. Kurdê ku dixwaze guhdariya flamenko bike, ma çima bi zimanê xwe guhdarî neke?Zimanê kurdî bi rasî jî zimanekî pir þîrîn û pir kûr e. Tu dikarî bi muzîka balkanan jî û popê jî lêbînî. Lê hemberî muzîka kurdî ku bi formên dîtir dibe pêþbiryariyekî heye!