
|
HUNERMEND OMER GUNDÎ stranan ligel keçên Dihokê nabêje. CD ya nû ya Omer Gundî ji 11 stranan pêk tê, dengvedaneke mezin çêkir, ku tê de stranek bi navê `Meryemê çende ciwan î` bi zaravê Soranî ye, di vê CDyê de strana `Dîno û dînê` ligel stanbêja ji Cezîrê Rûken gotiye, tê klîpkirin, bi dîtina Omer Gundî ew strand ê bêtir ji strana Navê te çi ye deng bide. Rûdaw: Tu ne bi nêt î ku tu stranan ligel hunermendên keç ên Dihokê bibêjî? Omer Gundî: Na, çiku tu hunermendên me yên keç li Dihokê nînin, yên ku hene jî ji tirs û rexne û şermê nekarîne xwe bipêş bixin. Rêza keçên stranbêj digirim, gelek şerm e hunermendê mêr xwediyê simbêlên boq strana `Ez keç im keça Kurdame kulîlka serê lawa me` bibêje wesifa keçê bide, her çiqasî ez jî neçar mame stranên wiha bibêjim. Albûma we ya nû du stranên kevin tê de hene, çima? Omer Gundî: Stranên minî kevin (min nehêle, ey dilê min nazika min) û gelek stranên min, ji min re bûne dîrok, di wê demê de studyoyên baş nebûn, mixabin têne windakirin, vêce ji ber wê yekê dixwazim di her kasêteka xwe ya nû de du stranên kevin nû bikim. Klîpa te ya nû (Navê te çi ye) gelekî deng veda, her çiqasî ji aliyê hinek mirovên dîndar rexne li ser dîmenên klîpê hebûn, nerîna te li hember van rexneyan çi ye? Omer Gundî: Du cûreyên rexneyê hene, yek jê avaker e ez asayî dibînim û sûdê jê werdigirim, lê hinek kes hene rexneyên wan ne avaker in, tinaziyan bi kar dikin, tu bandorê li ser kesayetiya Omer Gundî nakin, gelek caran derbarê dîmenên klîpê rexneyên tund têne ji min re, lê ez rexneyên wan kesan bi qirûşekî nakrim Hinek welatî dibêjin ew keça di klîpa Omer Gundî de bê serdeling û rût e, ev jî dûr e ji çanda eşîretî û em nikarin li klîpa Omer binerin? Omer Gundî: Şêweya pirsiyarkirina xelkê me kirêt e, xelkê me bes li tiştên bê nirx digerin, bi dîtina min tu rûtî tê de nîne. Dîmenên klîpa min asayî ne û tu rûtbûn di wan de tuneye, ew kesên wisa dibên çavên wan kiz in bila serdana doktorên çavan bikin yan berçavkan deynin, da baş she bikin klîpê ka ew keça di klîpê de bi serdeling e yan bê deling e. Divê xelkê me rexneyan li derhêneran jî bigirin çiku dîmenên klîpê bêtir karê wan e, mixabin kes qala wan nake û hemû rexne û gazin tên ji stranbêjan re, hê jî xelkê me stranbêj û derhêneran ji hev dernaxe. Omer weke kesekî eşîrî tu nabînî dîmenên klîpa te dê te ji eşîra te dûr bikin bi taybetî ew kesên salmezin û zêde dîndar? Omer Gundî: Rêza hemû olan digirim, ne dijî tu olê me, Omer ne tenê hunermendê Dihokê ye, lê xelkê Kurdistanê ye û tucarî baweriya eşîrî di serê min de serdest nebûye. Divim xizmeta Kurdistanê bikim, heya dimirim, dê Omer Dihokî û Omer Gundî bim, tucarî ez stranekê nabêjim tenê dîndar lê binerin û lê guhdariyê bikin, ez ji boyî hemû mirovan dibêjim. Ger kesekî dîndar ji dengê te hez bike û nikaribe berê xwe bide klîpên te ji ber rûtbûna keçan di klîpên te de, gelo tu nafikire stranekê ji wan kesên dîndar re bibêjî? Omer Gundî: Tucarî nefikirîme straneke olî bêjim, ez nabêjim jî, daku stranên min ne tevlîhev bin, naxwazim hemû rengan bêjim, kanalên me yên ezmanî hene, hemû dinya me dibîne, îro ew dem nema ye tu stranekê ligel hespekî yan bizinekê bibêjî, îro xelkê me gelekî li kanalên Tirkî û Erebî dinerin, ekranên wan di malên me hemûçkan de hene, gelek tiştên xirabtir ji klîpan diweşînin, çima bes rexneyan li klîpan digirin, klîpa min û gelek klîpên Kurdî dê berê xelkên me ji kanalên biyanî biguherin. Tu çawa berê xwe didî stranbêjên ku stranên olî dibêjin? Omer Gundî: Tu pêwendiya min bi karê wan tune, her hunermendek azad e, tenê berpirsê xwe me, ez stranên olî nabêjim, heke min gotin divê dev ji stranên evîndarî û şoreşgêrî berdim. Berî çend salan Omer Gundî nedikarî bê Kurdistanê, çima? Omer Gundî: Bawer bike xelkê me gelek tiştan dibêjin ku ne rast in. Ew gotin çend caran hatine ber guhên min jî, lê ne rast in. Min hertim dikaribû bêm Kurdistanê, lê demekê bê paseport bûm, di sala 1996an de hatim Dihokê û min zarokên xwe birin. Tu tucarî li Kurdistanê nehatibûyî girtin? Omer Gundî: Na, qet nehatime girtin. Têbîniyên te li ser hunermendên Dihokê çi ne? Omer Gundî: Li Dihokê hunermendên baş û xirab hene, lê pir têşim heke pişta min li televizyonê be yan guhdariya radyoyekê bikim gelek stran bêne gotin, nizanim kîjan hunermend wan dibêjin. Ji sedî 80ê hunermendên Dihokê heman stîl û rengê stranê dibêjin. Hesta Omer Gundî ne hejiyaye stranekê bo şoreşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê bibêje? Omer Gundî: Belê ez ligel keça helbestvan Cegerxwînê axivîme, min daxwaz jê kir heke helbesteke ciwan hebe li ser şoreşa Kurdên Sûrî weke hevkariyekê bo Kurdên Sûrî dê bêjim, da ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê hest pê bikin ku Kurdên Başûrê Kurdistanê haj wan hene. Demek e tu ji hunerê dûrketî, tu karekî din dikî? Omer Gundî: Demekê ez ji hunerê dûr ketim û mijûlî avakirina saloneke konfiransa û şahiyan li Dihokê bûm. Ew avahiya vêga çêdikim cihê 600 kesan tê de heye, xwaringeh û motelekê lixwe digire. Rojek wê bê ku tu dev ji hunerê berdî? Omer Gundî: Na, heke ez dîn bim jî dê her berdewam bim, yan bimirim û careke din vegerim vê dinyayê dê her berdewam bim li ser hunerê. Tu ne bi niyetî bi carekê vegerî Kurdistanê? Omer Gundî: Belê, lê ne niha, çiku zarokên min li xwendingehên Elmanî dixwînin, heke projeya min xilas bû heke ne bi tevahî be jî, lê ezê bêtir her li Kurdistanê bim. Mezintirîn karê te yên hunerî yê kîjan salê bû? Omer Gundî: Mezintirîn karê min kasêta min ya şoreşvanî ya sala 1991ê bû, wê kasêtê serkeftineke mezin pêk anî, heya vêga bi giştî min 8 kasêt tomar kirine. Te çend emeliyetên xweşikiyê pêk anîne? Omer Gundî: Bi tenê yek, ew jî min pirça xwe çand, dixwazim careke dî jî pirça xwe biçînim, çiku xweşikî tiştekî serekî ye ji hunermendan re di klîpên wan de. Pêwendiya te ligel sendîkaya hunermendan çawa ye? Omer Gundî: Ez endam im di sendîkaya hunermendan de û pêwendiyên min ligel baş in. Derbarê çêkirina projeyên xizmetguzariyê, Dihok ne hatiye paşguhxistin? Omer Gundî: Hemû gavan weke birayekî piçûk reftar ligel Dihokê tê kirin. Omer Gundî ji wênegirtina tu klîpên xwe ne poşman e? Omer Gundî: Na karên xwe bi baweriyeke mezin dikim, bêguman hinek kêmasî jî hene, weke mînak ger hunermendek tabloyekê çêke piştî xilas dibe dê bêje xwezî min rengekî dî zêde yan kêm bikira, dawiya hunerê qet tune. Jider Rudaw.
|