|

Bila Her Kesek Karê Xwe Bike
Ji vê rastiyê re fîlosofiyek ne lazim e: Dema ku her kesek karê ku dikare bike, neke, karê ku dike xerab dike. Hinek kes hene, ji ber karê ku dikin ne karê wan e, mixabin bi xerabkirina wî karî re îmaja xwe jî xerab dikin. Di vê dema dawiyê de di nava hunermendan de modayek derketiye. Hunermend e, di hunera xwe de jî serkeftî ye, lê belê hunera xwe îhmal dike û berê xwe dide televîzyonê, dixwaze bibe moderator, hewesa derketina televîzyonê û bêjeriyê pê digire. Bi salan hemû ked û hunera xwe daye karekî û têde bi serketiye. Hunereke baþ jî pêþkêþ dike, ji xwe re hezkirî çêkirine, guhdar çêkirine, albumên wî ji destan têne revandin, mirov bi serkeftina wî serbilind dibe, lê dema ku wê hunerê û pêþxistina wê piþtguh bike û di televîzyonekê de programeke pêþbirkê pêþkêþ bike, mixabin di pêþkêþkirina wê de jî ne serkeftî be, ev yeka mirov gelekî xemgîn dike. Programê Aramo Show li gora nêrîna min- reytînga xwe wenda kir.Min hez dikir, Hunermend aramo her demê bi wê asta hunerî ya bilind bibînin.min ti caran nedixwest wî di halekî wiha de bibînim ku programekê pêþkêþ dike û ew bi xwe ne amade ye ji bo programeke televîzyonê bibe moderator. Çawa her moderatorek nikare bibe hunermendek, her wiha her hunermendek jî ne mecbûre bibe moderator. ....Rojnamevan Dilbixwîn |