Derhênerê Kurd
Ferîd Omer Zaxoyi


Cenat Zaxoyî Oslo/ Ferîd Mohamad Omer gencekê xwedan þiyana di biwarê sinemayê û filmsaziyê da. Ferîd Mohamed xelkê bajêrê zaxoye û di zarokina xwe da ji ber zilm û sitema rijêma sedamî wek hizarehan kurdan derbederî welatê îranê dibîtin û piþtî dibîte 7 sal malbata wî qesta welatê Norwêc.diketn, li wêrê binecih dibin ta nihû li welatê Norwêc dijîtin û eve 21 sale li vî welatî jiyana xwe dibete serî. Ferîd Mohamed Omer nihû rêveberê Kompaniya (The Frates Films) û her dîsan karê wî yê serkî derhênane. Ferîd di gel hevalê xwe qutabxanê yê Norwêcî David Berg karên xwe encam didet . Ferîd û David her dû yan li (Westerdals School of Communucation) Xandi ye, û beþa nivêskariya û rêvebirna filman xandiye piþî xwêndina xwe xilas kirî hevbestek dinav bera xwe da imzakir û Kompaniya The Fratres Film avakir ji bo karên filmsaziyê. Ev Kompaniye li sala 2008 damezrand û þiyan hindek karên baþ biken wek karên bazirganîyê. Ferîd î ta nihû karê derhênanê bu 5 filman kirye dîsan wek montêr kar bu gelek karên Kampaniya xwe kirye. Ferîd Mohamed ji bu KurdPortal ragehand ko hemû çirokên filmên wî li ser rastiya jiyna wî yan jiyana wan kesên nêzîki wîyê, û rûdanên ji bu xelkî û bineran vedigohêzîtn durn ji fentaziyê û ew bi van corê filman þiyane cihekê taybet bu xwe durst biken, binerk baþ bu karên xwe peyda biken, dîsan ferîd di bêjîtn her ji zarokatya xwe min hez ji karê derhênanê dikir, û armanca wî ew bu ko karên baþ biketn û ev karê cihê xwe di dilê xelkî da biken û destxweþiyê lê biken, li gurî axfitna wî ta radekê baþ aw armance bi destên xwe ve êxistye û di bêjîtn ta dumahîk nefes ji jiyna min dê li ser karê Sinemayê û filam saziye berdewam bim.
Ferîd dî ji bu KurdPortal ragehand ko ew gelek yê mijlî karên Kampaniya xweye û dem nine ji bu çi karên dî, her dem mijilî kombona û karên montêriyê her dîsan aw bi xwe berpirse ji darayia kampaniya xweye, sebaret aboriya kampaniya wan Farîd gut bi rastî gelk caran aborya me kartêkirnê li ser karên me diketn , bi taybet demê me li destpêkê desthavête karê xwe ariþên mezin yên aboryî bu me durist bon, kesekê destê harîkarye bu me dirêj ne dikir ji ber ko em li destpêka karê xwe boyin û keskê bawerî bi karê me ne bu, lê me xwe ragirt û bi þiyanên xwe þiyan karên xwe birêve bibeyin û bi rastî aw karên me destpêkê kirîn divyaba me bodceka baþ bu heba lê me kirn bêy ko bitrsîn bi þiyanên xwe yên kêm, û demê me filmê Dino berhem înayi bi bodceka gelek kem bo ji ber hindê sopas bu wan hemi hevalan ko harîkarya me kirn û bê pare kar digel me kirn, dîsan bu dabînkirna hindk tiþtan wek polîs û wek ambulans û zîndan, bi rastî me rojê 18 demjimêran kar dikir sexmeratî ko em karekê baþ encam biden.
Sebaret harîkariya malbata wî di gel wî Ferîdî bu KurdPortal gut, rastî malbata min gelek harîkarya min kirye û gelek ez hez ji wana dikem ew jiîk wesan rêzê li karê min digirn û ez qerdarê harîkariya wana me hemî dema karên min boyne cihê dest xweþiyê û sipasê ji layê malbata min ve ez bi malbata xwe gelek ser bilindm, Dîsan ferîd ji bu kurdPortal ragehand ko nihû aw yê mijîlî nivêsîna Filmekiye ev filme li ser jiyna malbta wîye, ev filme bas li jiyna malbata min diketen çiroka hatina me bu welatê Nerwîc vedigêrîtin, dê hewldem di vî filmî da hemû rûdanan wek xwe binme xiwarê, ev filme diyarye ji bu wê mandi bon û wê zehmta malbata min dîtî ta am gehandinê vê rojê, dîsan wan karesatan nîþa xelkekî bidem yên dihêne rêka malbatên kurd li dervey welatî
Dîsan sebaret helbijartina wan kesên di filmên wî da kar diken Ferîdî bu KurdPortal gut - bi rastî ez neþêm bi cave hevalinyê berê xwe bidme karî belko ez bi cave þehrezaiyê û þiyana li wî kesî dinêrim da ko biþeyin karekê baþ biken. Serbaret hindek karên xwe Ferîdî gut filme (Dagbok fra Baksetet) ev filme çîroka þofêrekê teksiyê di gêrîtn kanê jiyna wî ya rojane toþî çend kêþe yan dibîtn, û dîsan filem li ser hatina bi dizîve yan qecexaiye wek di bêjin bazirgani kirn bi mirovane. Belê karê wi yê herî girng Filmê Dino bu ko þiya bi vî filmî nav û dengekê baþ bu xwe peyda biketn û cihê xwe li cihana hunerê Sinemayê biketn û dîsan ev Filme di çendîn Vîstevalan beþdar boye, dîsan filmê wî Dino nihû bi harîkariya Peymangeha Filman ya Norwêcî dê li çendîn welatan bihête nîþandan.
Kurdportal erê te divêtin çi name bigehînî bi kar û filemên xwe? Ferîd Mohamed; min divêt jiyana rastî ya gencatiye ji bu xelkî û hejêkerên xwe diyar bikem û kanê genc di kevîte çend arîþeyan û hizir li paþeroja xwe naketin, dîsan min divêtin bêjim jiyana Zindanê jiyanek gelek zor û ne xweþe, û gelk babetên din hene dîsan biþêm mêjoya gelê xwe di çend kareka diyar bikem û bas li wan karesat û nexweþiyên gelê me toþ boyin bikem.
 | |