|
Bi alîkariya Rezdar Nêçîrvan Barzanî festîvala fîlma kurdî saz dibe

Sînemakarê Kurd Behmen Qubadî diyar kir ku ew niha bi piþtevaniya Nêçîrvan Barzanî mijûlî saz kirina navendeke çandî ya mezin li bajarê Hewlêrê ne ku damezirandina festîvala navdewletî ya fîlma kurdî ye.Fîlma sînemayê ya “Kes haydarî piþîkên Îranî nîne” ya Derhêner Behmen Qubadî, ji hêla þîrketa “Movyola” ya Japonyayê roja 7’ê Tebaxê li bajatê Tokyo hate nîþan dan û ji hêla bînerên vî welatî pêþwaziyek baþ lê hate kirin, piraniya rojnameyên vî welatî rexneyên baþ lê girtine û çendîn hevdîtin bi Qubadî re pêkanîne.
Behmen Qubadî di bersiva pisyara yek ji ronamevan de ku pirsîbû, niha rewþa jiyana te çawan e? wiha gotibû, “Ez li Kurdistanê Iraqê û zêdetir li bajarê Hewlêrê me, bi nêrîna min Kurdistanê yek ji cihgirtirîn cihê cîhanê ye, ez piþtrastim ku ew bajar û her wiha bajarê Silêmanî dê bibin mezintirîn navendên çandî li Rojhilata Navîn.
Qubadî destnîþan kir ku em di van rojan de bi piþtevaniya Nêçîrvan Barzanî mijûlî damezirandin û saz kirina navendeke mezin a çandî li bajarê Hewlêrê ne, biryar e di vê navendê de festîvala mezin ya navdewletî ya fîlman bimeþe.
Qubadî wiha berdewam kir, “Di demek kin dê Hewlêr û Silêmanî bibin bingeha çandî ya hunermendên Îranî ku ji ber astengiyan nikarin hunerê li welat û bajarên xwe de pêþkêþ bikin, ji ber ku rewþa pêþketinê bo wan pêk nehatiye, hem di warê muzîkê û hem jî di warê fîlmê de. Avestakurd |