Albûma Nû Ya Nilufer Akbal'ê "Herîre.Derket

 

Hunermend Nilufer Akbal'ê Albuma Xo Ya Nû  Bi Dimahik Inat.Herîre di albûme de hem navê straneke gelêrî ye, hem jîbi giyan û naveroka xwe ve  ger û seyranek e bi coþ, bi xem e, di nav muzîka Kurdî ku li seranserî Rojhilata Navîn belav û geþ bûye. Mînakek e berbiçav ya sînor nenasî û têkiliya çand û hunerê ye, di navbera  miletê Kurd de. Nîlufer Akbal ku hesas e, di kitekita muzîka Kurd de, ev xebata xwe ya nû, diyarî jinên Kurd û yên rojhilata navîn dike

Nîlufer Akbalê di albûma xwe ya ku bi hevkariya Nam muzîk û Ada muzîkê hatiye çêkirin de, stranên gelêrî û modern bi awayekî serkeftî û nû xwendine. Strana ku navê xwe daye albûmê "Herîre" bi meqama ecem-aþîran, û strana "Pawanekanî" bi meqama Kurdî-hîcaz e. Di almûmê de gotin û awaza du stranan yê Akbalê ne. Di albûmê de stranên Metîn-AKemal Kahraman, Jan, Ayhan Evcî, Kerem Gerdenzerî, Tahir Tewfîq û yê anonîm hene. Herîre ku Akbalê giyana wê neguheriye û xwendiye, wekî azmûnekê ye, di navbera Akbal û muzîka Kurdî ya klasîk de. Awaz û xweþiya muzîka Kurdî ya klasîk bi enstrûmanên modêrn ve hatiye xemilîn di vê albûmê de.

Ev berhem teqrîben xebata çar sala ye û diristkirina stranan ji aliyê Nîlufer Akbal, Burhan Bayer û Ayhan Evcî ve hatiye kirin. Di albûmê de heft stran ji aliyê Ayhan Evcî ve li studyên Almanya hatine çêkirin. Herîre ji aliyê dîtbarî ve, reng û hewaya salên 60'î dide. Qapaxa albûmê bi fotografên Orhan Cem Çetîn, bi þêwirmendiya Baran Ugurlu ve ji aliyê Eyup Yurtsever hatiye hazirkirin.

Zaravayên Kurdî

Herîre bi zaravayê soranî ye, di albûmê de stranên berbiçav yê soranî hene, û di vê de bandora ger û seredanên Akbalê, yê ji bo Kurdistana Federe gelek e. Albûm ji aliyên zaravayên Kurdî ve rengîn e. Di albûmê de stranên soranî, kurmancî, dimilkî hene.

Akbal dixwaze bi ev stranên xwe yên wekî bexçê gulên rengîn ve, dilê guhdarên xwe dagre...

HERÎRE     http://www.niluferakbal.com/