Hozan Canê: Ji mirinê reviyam, ketim riya azadiyê .

Min pir ji hunerê hez dikir. Di biçûktiya xwe de me li gund tim li radyoya Dengê Êrîvanê guhdar dikir. Ji ber ku ez ji Serhedê me, li welatê Serhedê tim Radyoya Êrîvanê dihate guhdarkirin. Bavê min jî tim guhdar dikir. Deng û awazên di vê radyoyê de weke eþqeke hunere kete dilê min. Dengê miletê Serhedê pir xweþ e. Li herêma me bi taybetî dengbêj Þakiro dihate hezkirin. Dihat li koþk û qanaxan de, di cemaeta mîr û began de distira. Kilaman digot. Þakiro bandoreke pir mezin li ser min kir. Dikarim bêjim min hunera xwe ji sedî 99 ji Þakiro girtiye. Lê divê mirov bandora dengê Meryem Xan û Eyþe Þan jî ji bîr neke.Hêj di zaroktiya xwe de, min li gundan, di dawetan de, þahiyan de digot. Lê ne weke profesyonel, ne weke hunermendek. Min destê zilaman digirt û di dawetan de ji wan re kilam digotin.Amed zor xweþ e. Li ber dilê min Amed ji hemû bajarên Ewropayê xweþiktir e, þêrîntir e. Ji dinyayê xweþtir e. Min tim hêvî û daxwaz dikir ku rojek bêm nava miletê xwe yê Amedê. Lê xwedê di dema hatina komên aþtiyê de hatina vir kir qismet. Derketim ser dikê min bi gelek hunermendan re, ji sed hezaran kesî re sitran gotin. Ew roja dîrokî ya li Amedê dê tu caran ji bîra min neçe.Miletê kurd êdî hunermendên xwe nas kirin. Dizanin dê çawa ji hunermendên xwe hez bikin. Berê hunermendên kurd bi qîmet nebûn. Weke mitirban dihatin dîtin. Niha wisa nîn e. Huner nasname ye, îradeya gelê kurd e, ziman û çanda kurd e. Însanê hunera xwe nizanibe, kultura xwe û hebûna xwe jî nizane.Di sala 1969’an de li navçeya Qereyaziya bi ser bajarê Erziromê hate dinyayê. Dibastana seretayî li navçeyê xwend û dibistana navîn li Edeneyê qedand. Piþtre Koleja Arîf Sag xilas kir. Li vir ji Farqîn Þiyar û Kazim Bora sê salan dersa deng wergirt. Heta niha berhemên mîna “Rê Waye, lê lê lê Dayê”, “Hazana Kurd”, “Eþqa Welat” û “Wezîrê Min” derket. Hozan Canê herî dawî li ser gerîlaya  Delîla ku di pevçûneke artêþa tirk de jiyana xwe ji dest da, klîbek çêkir.