|
HUNERMÊNDE NAVDAR DÎYAR DERSÎM

Dastana folklorî ya Xurþîd û Sirmîxanê ber bi fîlmbûnê ve ye Çîroka fîlmê Xurþîd û Sirmîxanê ji stiraneka folklorî hatiye wergirtin. Naveroka fîlmî li dor axayekê kurd e li bakûrê Kurdistanê ku hez dike, ji bo ku desthilata xwe biparêze, kiça xwe bide mîrê eceman. Kiça vî axayî ku Sirmîxan e nevêt þû bi mîrê eceman bike û ji ber hindê bi þoreþekê radibe û diçe çiyayî û qesta mîrê Baedrê dike.
Þerekê mezin bi bihaneya Sirmîxanê têt ser Baedrê lê hemû eþîretên kurdan destên xwe dikine nav destên hev û wê hêriþê radiwestînin. Ev rûdane û çendîn rûdanên civakî û dildarî yên kurdewarî dibine fîlmê Xurþîd û Sirmîxanê yê ku ji dastana Xurþîdê Çavbixal hatiye wergirtin. Ev fîlme ji stiranê bi xameyê Cefer Mayî bûye çîrok û Senaryo û derhênan ya Viyan Mayî ye. Derhênerê li dor vî fîlmî got: Eve çendîn sal e ez li ser çîroka vî fîlmî kar dikim û hewil didim guhorînan tê de bikim ta ku li dûv vî serdemî bigunce. Me herwesa di vî fîlmî de viyaye berê kamîreya xwe bidin ciwaniya kurdewariyê ji ber ku derd û janên me hindî mezin bin ji ciwaniya welatê me, ji eþqa me bo azadiyê mezintir nînin û ne bi tinê em derd û janên xwe û wê sitema dujminan bi serê me înayî bikin fîlm, belku em diþên kulturê xwe yê ciwan jî bikin fîlmên sînemayî û em xwe gelek ciwan tê de bibînin.
Derbarê ekter û karê vî fîlmî Viyan Mayî got: Me di vî fîlmî de hewildaye hunermendên navdar piþikdar bikin, mîna hunermend Zozan, Diyar Dêrsim ku yekemîn car e piþikdariyê di sînemayê de dikin. Pitir ji 52 kesan wek ekter li gel me piþikdar in û dîsan bi sedan kes wek kompars li gel me piþikdar in. Wênegirtina fîlmê Xurþîd û Sirmîxanê ku li devera Behdînan hatiye wêne kirin, ji bilî çend girteyekan ku li qela Hewlêrê, Laleþ û Barzanê hatine wêne kirin. Karê wêneyî bi dûmahîk hatiye lê muzîk û montaj hêj maye û li ber e kar tê de bihête kirin.
Dîsan Derhênerê diyar kir ku; ne giring e fîlm biçe festîvalan ji ber ku fîlmên kurdî diçine festîvalan û kurdên Ewropayê bi tinê wan dibînin û xelkê me li Kurdistanê jê bê behr e. Em ji ber hindê dê hewil bidin sînemayên gerok peyda bikin û dê bizavê kin vî fîlmî bi rêka sînemaya gerok li hemû gund û bajarên Kurdistanê nîþan bidin.
Li dor harîkar û piþtevanên vî fîlmî derhênerê got: Harîkarî ji du rûyan ve bo hatiye kirin, ji layê maddî ve ez spasiya parêzgeha Dihokê dikim bo harîkariya wan li gel me û em li benda rêveberiya rewþenbîrî ne ku ew di beþê mayî yê fîlmî de harîkariya me bike. Dîsan harîkariya manewî, ez ji dil spasiya xelkê Kurdistanê dikim bo harîkariya wan li gel me û bi taybetî rêveberiya polîsên Dihokê, rêveberiya akincîbûnê li Dihokê, Mozexaneya Qeçaxî, Kelha Hewlêrê, devera Barzan û devera Nihêlî.
|