
Derhênerê Kurd Cano
Sînemakar û Derhênerê kurd cano Rojbeyanî
Sîmemakar CANO ROJBEYANî Yêk ji Sîmemakarên mezinên Kurde, ku xizmete ka baþ pêþkêþî klturê Kurdî bi giþtî kiriye û sînema kurdî bi taybetî, ji bo ko em zêdetir xebat û xizmeta wî hunermendî diyar bikin, Derhenêr Kurd Cano weha Got. Her ji biçîkatîyê min hez li film sazîyê kiriye. Min êkemîn sînaryo nivîsî dema ez li pola þeþê serekî bum li qotabixana Xabur li Zaxo li 1972. Herçend ez zarok bum û min çi zanyarî li ser sînaryo nivîsînê nebu û nivîsîn bi Kurdî asan nebu ji ber ku qotabixane bi Erebî bu. Belê ez xweþ diçom sînemê li Zaxo dema sînema vebu li 1971ê. Paþê min yêkemîn karê film (drama) bo telefizyonê berhem hîna bi nave “Come Back” ku xelata rojnama Washington Post wergirt li 1987’ê.Ez li 1988 çom Hollywood, studyoyeka montajê vekir, û li 1995 filmê “Dance of the Pendulum” berhem hîna.Li 2001 min filmê “Jiyan” li Kurdistanê berhem hîna, u li 2009 “Chaplin of the Mountains” li Kurdistanê berhem hîna. Ev filme bi zimanê Inglîzî ye, niha li montacê ye.-Zaxoland Çima ji hemû karan te Sînema jê girt? Cano Her li zarokîyêve min hez li çîrok wergêranê kiriye. Filmsazî ne bi tinê wergêrane belê peyamdane û hunerekî Universal e, yanko, ne wek pirtokê, film bi hêsanî li hemu cihanê belav dibit.Armanca min ya yêkê milletê Kurd bi dinyayê bidim nasîn, ciwanîya kulturê me,dewlemendiya ferhengê me û rewþa siyasî û tiracidîyên gelê me bigehînim çarcêvên cihanê.Min filmê “Jiyan” u “Chaplin of the Mountains” bi þêwaza Neorealizma van sînemakarmendên bihêz berhem hînan.Zaxoland -Hebona Sînemayeka KurdÎ ÇI giringiya xwe ji bo milete Kurd heye ? Ez dixwazim rabigehînim ku Kurd xwedan dîrokeka resen e û rolê xwe hebuye li pêþxistina þaristaniyetê, bi taybetî li bare çandê û ayînê, belê niha buye qurbaniya siyaset û berjewendiyên gelên din. Gelê Kurd xudan kultur û ferhengeka dewlemende, belê birîndar û bê hevale. Kurd ji gelên din ne kêmtire, belko ji piraniya gelên dewruber berztire, belê mafê azadî û serxwebun ê lê hatiye standin. Em dikarin vê peyamê bigehînin bi rêka sînemayê.