Hunermźnd Mahsūn Kirmizi

Hunermende Navdar Mahsun Kirmizi Gul. Ji Bo Kižandina Fīlma Helebce Xwe Amade Dike


Hunermende Navdar Mahsun Kirmizi Gul. Ji Bo Kižandina Fīlma Helebce Xwe Amade Dike

Mahsūn Kirmizigul Hunermendekī ji Kurdbūna xwe natirse ū hemū mijarźn ku ew hildibijźre li ser civaka Kurd Ne.

Kesekī gelekī nźzīkī hunermendź Kurd Mahsūn Kirmizigul di hevdītineke taybetī de got, ku ew ji bo kižandina fīlmeke sīnemayź li ser komkujiya Helebēe xwe amade dike. Jźdera ku xwest em navź wī vežartī bihźlin, got, Kirmizīgul niha ji bo fīnansekirina fīlma ku ew gelek hźviyan jź dike, amadekariyan dike.

Kirmizigul ku di van demźn dawiyź de xwe hinekī dūrī stranan xistiye ū berź xwe daye derhźnerī ū aktoriya sīnemayź, bi ēend fīlmźn civakī bala her kesī kižande ser xwe. Jźdera ku ji aliyź malbatī ve gelekī nźzīkī Kirmizīgul e, diyar kir ku hunermendź Kurd amade ye ji bo fīnansekirina fīlmź serī li Wezareta Rewženbīrī ya Kurdistanź jī bide.

 

Kirmizigul heta niha di bi dehan rźzefīlman de līstiye ū 5 fīlmźn sīnemayź kižandine, fīlmźn wī gelekī hatine ecibandin. Sź ji wan fīlmźn naskirī “Meleka Spī“, “Min roj dīt“ “Li New Yorkź 5 Minare“ ne. Bi wan fīlman Kirmizigül ji her kesī re īsbat kir ku ne tenź di warź muzīkź de, her wiha ew di warź sīnemayź de jī dikare bi serkeve.

 

Jiyana wī bi xwe trajediya ye. Diya wī di 18 saliya xwe de tevī 3 zarokan jinebī dimīne. Mahsūn ji mźrź wź yź duyemīn e ū tekane ye. Dema ku ew bi Mahsūn ducan dimīne, ew ū merź xwe dev ji hev berdidin, ew hīn ducan e, tevī zarokźn xwe diēe li Amedź bi cih dibe. Mahsūn Kirmizīgul ku navź wī yź rastīn Abdullah Bazencīr e ū ji Kurdźn Zaza ye, di sala 1969 de li Bingolź ji dayīk dibe, Mehsūn ū bźkes mezin dibe. Ew di sala 1981’ź de gava yekemīn ber bi muzīkź ve davźje, lź di nava 5 salan de dibe yek ji navdartirin hunermend li Bakurź Kurdistanź ū Tirkiyź.

Mahsūn Kirmizigul hunermendekī ji Kurdbūna xwe natirse ū hemū mijarźn ku ew hildibijźre li ser civaka Kurd ū trajediya Kurdan in. Kirmizigul yek ji wan hunermendan e ku albumźn wī zźde hatine firotin, ji albuma wī ya bi navź “Ez Neketime“ 1.800.000 hate firotin. Ew di mala xwe de bi zazakī diaxifin.