|

Monica Bi
Fîlmê Malena
NavdarBû
Monica Bellucci stêrka navdara sînema Îtalî di hevpeyvînekê de ligel Kovara Vanaty Fair a Amerîkî ragehand: "Jiber ku divê di karê parêzeriyê de herdem tu derewan bike, min nexwest bibim parêzer." Monica ku kolêja yasa li Îtalya xilas kiriye, wiha got: "Kêfa min ji parêzeriyê re nedihat, jiber wêya parêzer derewînên mezin in, û rojane derewan dikin.Monica Bellucci jiber xweþikî û bilindbûna astê wê yê akterî, li seranserê cîhanê tê hezkirin, nemaze di nav ciwanan de. Bellucci ku navê wê yê rastî Monica Ana Marya Bellucci ye, di 30.09.1964an de li gundê Cita De Castillo yê ser bi bajarê Amberya li Îtalya jidayik bûye. Monica di zaroktiya xwe de pir þermîn bû û tevî xelkê nedibû, û dibe jiber ku yekane bû û ne xwîþk û ne birayên wê nebûn" Derbarê dê û bavê xwe de, Monica dibêje: "Dê û bavê min pir baþ bûn, azadiya min hebû her tiþtî bikim, jiyana min a zaroktiyê pir xweþ bû." Dayika Monica þêwekareke Îtalî ye û þîrketa bavê wê ya traktoran hebû. Monica di temenê 16 salî de karê pêþkêþkirina cil û bergan kiriye û bi meaþê wan li zanîngeha bajarê Peroja li Îtalya xwendiye. Monica dikare bi zimanê Îtalî, Frensî û Ingilîzî bixaive û bi awayekî kêmtir zimanê Spanî jî dizane. |