Hevalê Min
Heval ka bêje,ev çi bû bi serê me de hat Di destpêka ciwanî ya xwe de em bûn rêwî Ketin çol û çîya bûn penaber Ma ev qedere gelo?
Bawer nakim ev qeder be,ev belengazî ye Ev bê rûmetî ye, ji ber ku em bê kesin. Hê bêhna şîr ji devê me tê Di ser şeş welatên ejnebîyan re em kuda diçin? Lingê me tazî zikê me birçî bê ziman û lal Carna li ser avê û carna di ser çîyê re Ev kîne me dibin, em kuda diçin heval, Çima Welatê me tune? Hevalo ez bawerim hê nuh jîyan dest pê dike Emê çavên xwe vekin jîyan qirêje Emê xwe bi parêzin
Û emê hev û du guhdar bikin hevalo Deng ji heval dernakeve nizanim cima! Heval destê min bigre û bermede Şev bi ser me de derbas dibe Dengê şevê tirs dike dilê min Li kolanên xerîb heval bi destê min berda Di şeva tarî de em ji hev qetyan û heval çû.Ez mam tenê û bê kes Çi hat serê heval nizanim!lê ez hê dijîm.
Helbestvan Xakî Bîngol .
![]()
Şere şere wax me şere
Agir barî dil,can diqeleEv çi rewşe li war bizare Deşt,zozan,ax dumane Şev û rojan nale nalimBilbil xemgîn û dinalim Heval şehit min şîvane Dil birîndar zare zarimEz bimirim,mirin bê minKurdên kor rûnadin minAn bê rûmet an koleninQe napirsin vê halimên Ez birîndarêtank,topan Şêr û şervanê we gelanAx birîna min pir girane Hêvîdar ê we Kurda meRabin rabin wax êvare Ev şerê li ser KurdaneYa mirine û ya mayîne Bêbextî qe ne tu kare Şere şere ser me şere Neyarê hel gurên hare Çav berda ax,warê me Û bêbextî xwe ne kareŞere şere me mehşere Neyarê me wek mişareNe can ma ne jiyan me Ev tev kuştina Kurdane.
Helbestvan Mehmet
![]()
Axînka çavên te
ciwantirîn tîp in di peyva min de. ciwantirîn peyv in di ferhenga min de !helbesteke nepen,xewnke nedîtî,bêriyeke toqîn pêçayî,evîneke gulavdayî,rojeke di himbêza dîdariyên me de zayî.çavên te dinalin.xurşîlan ji lêvên te dibare...Dest bi destÇav bi çavDil bi dil
Di xweşiya hevpeyvînê de sikakên qederê sîha berê kirêtiya dûrbunê vedikinRiya salên borî bi çavên xwe parçe parçe dikim
Rêka min keser e.Were,were baweşa min.Dixwazim kula dilê xwe derbikim ku vê carê rondikên min ji çavên te dibarin baxçên me dixemilînin.Dilê min pirtûka nexşandî bi rondikan bi dawî tîne.bi rondikeke tenê xatira jê dixwazim.Temen pirs e destpê dike tirs
Tilêyên te têlên sazê ne her tiliyek awazek e her awazek çîrokek e.Dawiya me ye Destpêka me ye.Te bawere.
Helbesvan Gulnar Elî
![]()
Axîna te nalîna min
Axîna te nalîna min Erdû asîman pir şîn e Gulê ez canê te karvan Mame wek kalek hilhile Ez digerim li vê dinê Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin Geh dikevim geh radibim Ez pêşiya xwe nabînim Dil birîn e dil axîn e Bidin roniya çavên min Bidin roniya çavên min
Gelo çima hun serdest in Em bindest in li vê dinê Ez digerim li vê dinê Sebra dilê xwe nabînim Ka delala min bidin min Min bi tiştan nexapînin Geh dikevim geh radibim Ez pêşiya xwe nabînim Dil birîn e dil axîn e Bidin roniya çavên min Bidin roniya çavên min.
Helbestvan Feqîyê Teyran
![]()
Ala rengîn
Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bimeş Tu’l ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu Ey xortê Kurdan silavê le bikin Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz Kesk û sor û zer î, nişana zafer î Ey keçên Kurdan silavê le bikin Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim
Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î.
Şivan Perwer
![]()
Ey Amed
Ey ameda bi nav û deng Ger nemîne tar û ceng Paytexta hebûna min tiwî Rêça saza evînê her tiwî Çira armenca her bilind tiwî
Dijmin ji nav xwe bêne der Bi xebat û kar û ber Aştî daxwaz û hêviya tebî Hey hawar û sed hawar Yekîtî armenc û nîşana tebî
Hey warê hêja û kevnar Tû hêviya hemî kurdanî Tû bûka gelê kurdistanî Ey ameda bi şax û ber Dijmin ji nav xwe bêne der
Bi yek destî hildin jor Ala sipî û zer... kesk û sor Dijmin dimîne dijmin Qet nabe dost û birader Barê giran û pir giran Ser milê te êş
û jan Pêşeroj roja teye Dereng nemîne roj dibhure Serfirazî daxwaza teye Ey ameda tev jin û mêr Hemî egîdin wekî şêr Dildarê
jiyanek nûjen Dimînim Wêneya amedê zindî bibînim Tû hêlîna hemî kurdan Paytexta xaka kurdistan.
Dildar Îsmaîl
![]()
Baranê
Bibar bibar wey baran ê Wek ronikan ji ezman ê Wey baran ê wey baran ê Jibo evîna jîyan ê Bibar bibar wey baran ê Wey baran ê wey baran ê Silek lêxe li felek ê Xêr û berket bine Cîhan ê Wer baran a vê Nisan ê Bibar bibar wey baran ê Wey baran ê wey baran ê Jibo gulên Gulistan ê Bibar bibar wey baran ê Wey baran ê wey baran ê Sîlek lêxe li felek ê Azadi bîne Kurditan ê bibar baran ê li herder
Wek daxwaziya Brader Wey baran ê wey baran ê Êdî bese derd û keder Bibar bibar wey baran ê Wey baran ê wey baran ê Silek lêxe li felek ê Xêr û berket bin e herder wey barane wey barane bibar bibar ez qurbane wey barane wey barane bibar bibar ez qurbane.
Brader
![]()
Ji evînê narevîn
Kur:Dîlberê dilrevînê Canê finda þevînê Hatim baxê evînê Kiç:Tu ser çavê min hatî Rojê li min hilatî Xêr û bêr û xelatî Kur:Tu dîlberek aqilî
Ser bextê min kakilî Evîna te da dilî Kiç:Evîna me da denge Pesnê evîn sed renge Çax bû li me d'renge Kur:Li vê nêçîr û ravê Ez û tu ketîn davê Evîn derçû ji tengavê Kiç:Ji evînê na revîn Daxaza dilê hevîn Hevl were baxivîn Kur:Bi nîgar û binexþî Tu nêrgiz û binefþî Bû jîna min tu rewþî Kiç:Ez gulim herdem bûk im Ber dilê te biçûk im Were peymanê nûkim Kur:Çav û dil û destê min Bû gula ser textê minSpîtahiya bextê min Kiç:Bes bixwîne navê min Hey bînahiya çavê min Pêtê da hinavê min Kur:Me biþîreta seyda kir Wek bilbilê þeyda kirGula corî peyda kir Kiç:Lawka mala te ava Dil dixwazî ser çava Birengê bûk û zava Kur û kiç: Em duxtor zanê hevîn Gewherê canê hevîn Herdu dermanê hevîn.
Sebrî Botanî
![]()
Bilbil
De ka bêje êy bilbilê dilbirîn çiye ew awaza te ya bi girîn,min ji te re çêkir qefesa zêrîn te herdem got,axx Welatê min $êrîn.Lo bilbilo
tu evîndarê Welat li wê awaza te ya bi dil $ewat, pel we$andin gul û sosin û rehan tev de helî çiya û banî ber û lat.Bese êdî ew xemgînî û hawar ez dixwazim te bibînim bextewar,daxwazamin tu $a bibî bi gulê tu azadî here bighê$ dost û yar. Bilbil êdî baxçê gulan warê te
evîndarî xwa$ awazî karê te, êdî bixwî ji bo a$tî û azadî bira bibhîz dinya awaz zarê te. Ez naxwazim êdî lorîn û $înê ezê herim warê e$k û evînê, ezê birijînim wa kerba dilê xwe li ser Gora Pîroz, cem MEM û ZÎNÊ.
Bavê Welat
![]()
Bo çî
boçî ey delalê te ev çende înate serê me boçî ey hevalê te dest berda ji evîna me kezeba min sot, û hêşte ya di sojit ma te gûh li qiçe qiça wê nîne ey gûlîzar asmanê dilê min qûl bî û ev car tu ji wî asmanê bilind ketî xwarê berê min digote te sorgûlê yar nê evro ke dê bêjim zalimê yarê tu ji hizrêt min derketî ti ji xeyalêt min durketî min digot,tu li ber bêhna min gûlî nê evro ke tu ya çirmisî min digot,tu agirekî geş û hilî nê heyf evro ke tu ya vemirî min digot,bi tinê tu ev cerg û dilî nê mixbain te soza xo nebir serî tu neşêy min bi xapînî û li min bikey derewê ev hejê kirna j'dil û canî mûkûm tire ji evê çendê here û here û hêşte here neku li welatekî û duwan hema li hemî welatan bigere tu kesekî wekî min yê rast û dirûst nabînî min heş te kir ji nîva dilê xo nê min nedizanî tu ye xayînî min nedizanî dê evînênekê gel min key û paşî dê peşîman bî min nedizanî jaro dilo dê bi tinê minî û evro dê bê xûdan bî min tiştek nedizanî bi tinê tiştê min dizanî..ez û te êkin,dilekin,rûhekin,canekin û dê li gelêk jîn hindî em saxin nê eve nebu rast û min xo di xewnda jî da nedît ku ez û te bo êkin ax ez çend bêjim, çend dirêj kem bê faydeye min nevêt ez behsê bikem evînî behişta dila ye nê ji bi min êş û bela ye Boçî ??Ez vê pirsayê ji kê bikem ji kê ji dûnyayê yan jî ji felekê na ne ji dûnyayê,dûnya herdem bo min dikenî û na ne ji felekê jî,ji feleka min xo çerxek jî nejenî
ez dizanim û sed ji sedî hemî sicêt te bîn hey ezbenî em bo êk nemayn û jêk dîrektîn Boçî ?? Boçî ??Ka dê bersiva min bide boçî û paşî here hezkey kîve diçî
Saher Miro
![]()
Bahoz
Xalo xalo canê min Erê rabû derdê min Berfe,şilî me dibare Li qe tune halê min Qêrin ,qajîn,haware Êş û jane wax li me Law ên gel çiyanine Bahoz,bager li sare Ez qurbana ciwana Bejn,balê keç,xorta Bo jiyana gelên me Diçirûskin wan çiya Ser milan de keleşe Koma wan pir geşe Ez qurbana li wana Meşa wan jî jiyane Xalo xalo ax me can Welatê me wek jiyan Berf,bagere zor sare Axa me hêvîên,giyan
Neyar ên Kurdan çilin War,welat me dişelîn Ez qurbana we xorta Neyar ser war nehilin.
Helbestvan Mehmet
![]()
Ax Helepçê
Çum bajarê Helepçê, min dît reşî wêran Goristana şehîdan, agir ber dide dilan Ber âbîda şehîdan, min guhê xwe da axê Tev lanetê dixweynin, li vê dewr û li çaxê Ji xeybê rabu perde, eyan bu ev zulimat Hewara zav û zêçan, ji Erşê Âla dihat Pêçek hemêza dê de, bê can ketiye erdê Kezeb li min peritî, ev çi derde ya Xwedê Di hemêza bavê da, du sê mehî pêçekek Di nav milê bavê da, can dikşîne sebîyek
Keç û bûk û xort û dê, mane bê ruh û nefes Dikin axîn û nalîn, nayê hewarê tu kes Ewrekî reş xwe berda, kete nava Helepçê Jorda agir dibare, mirin ji her alî tê Meh ji mehan edare, li her alî bihare, Herkes bi kêf û şahî, Helepçe zarê zar e.Ev çi qehr û qotike, çiye ev êş û ev jan Ya Rebb ma çare nîne. Tune ji me ra derman Ew derguşê zarukan, ji wan ra bune tabut Bibîne berhemên xwe, ey xwînxwar û ey taxut
Binêr li medenyetê, tev kor û kerr û lal in. Bi Seddamê xwînxwar ra, destbirak û heval in.Ey serok û serweran, ey giregirê cîhan,Ma berdêla petrolê, dibe bi hezaran can.Gelî şêx û sofîyan, gelî mu’mîn û murşîd Ka mu’mîn tev birabun, min dengê we nebihîsdHûn di xewa şêrîn da, dibînin xewn û xeyal Binêr li lodên laşan, bese ev rewş û ev hal Bi hezaran kurd mirin, hûn bê doz û bê rewşin Ev ne dîne ey birak, çima hûn awa tewşin. Bese ey milleta kurd, bese ev xwîn û birîn Ji bin axê derkeve, ka edî xwe raweşîn Îro reş girêbidin, ji bo Helepçê bigrîn,Bes nîşanê me nede, van rojên bi derd û xwîn. Ey şehîdê bajaran, Helepça bi derd û kulTu car qet ji bîr nabî, kula te ketiye dil Heta bajom ez ‘emir, Li ser dunya derewîn Bi şev û roj binalim, ji bo te tim bikim şîn.Ey şehîdê bajaran, ey kulîlka kurdîstan Li cem Rebbê alemîn, bi text û tac û erqan Ji Uhud ra buy bira, Kerbela ra hevalî Cîranê pêxemberî, bê pirs û bê sewalî.
Fikri Amedî
![]()
